Xelkên bajarê Şêxmeqsûd bi merasîmekî cenazeyê welatiyê Mihemed Mihemd spartin axê.
Li Girkê Legê jî sersaxî ji malbatê şehîdên komkujiya Siwêdiyeyê re sersaxî hat xwest.
Şehîd Mihemed 23ˈyê Cotmehê li bajarê Til Rifetê yê Kantona Şehba-Efrînê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû û îro bi merasîmekê hat oxirkirin.
Di merasîmê de, ji rêveberên Meclisa Şehîd Cengîz, Mistefa Hemo axivî û got:
“Êrişên dewleta Tirk a dagirker vîna me naşikînin. ”
Xwişka şehîd Mihemed, Hûriye Mihemed jî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kir û got:
“Şehîdan zilm red kir û di oxira parastina mirovahiyê de canê xwe feda kirin.
Lê mixabin cîhan bêdeng e.”
Sersaxî ji malbata şehîdên komkujiya Siwêdiyeyê re hat xwestin
Xelkê bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçerê jî malbatên şehîdên komkujiya Siwêdiyeyê re sersaxî xwestin.
Li wir, hate gotin:
“Em ji cîhanê tev re dibêjin; gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê destkeftî û şoreşa xwe biparêzin.
Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin.”



