Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekrad ji bo bersivdana êrişên dawîn ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeoperasyon pêk anîn, di encamê de 7 lekerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Beriya çend kêliyan Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê agahî parve kirin ku hêzên wan bi beşdariya Hêzên Cebhet El Ekrad li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyeyê yên di 2016ʹan de dagir kirine rêzeoperasyon pêk anîn. Navendê dîmenên operasyonan jî belav kirin.
Li gorî agahiyên navendê parve kirine, hêzan bi çekên giran 4 baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li gundewarên bakurê Minbicê yên dagirkirî bi cih bûne, hedef girtin.
Navendê diyar kir ku hêzan, di çarçoveya parastina rewa de û ji bo bersivdana êrişên barbarî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 4 baregehên artêşa Tirk a dagirker topbaran kirin.
Li gorî hûrgiliyên navendê belav kirine, saet 08:30ʹan sibeha îro (şemî, 26ʹê Cotmehê)û Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Cebhet El Ekrad bi çekên giran baregehên Beldeq, Şêx Nasir, Qerate û Şiqeyêf ên dewleta Tirk a dagirker topbaran kirin.
Di 4 operasyonên hêzan de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê teqez kir ku ew bi xurtî bersivê bidin tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û dê ewlehî û îstîqrara herêmên kantona Minbicê ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêzin.



