Êrîşên Îsraîl li dijî Lubnanê ranewestiya ye.
Herî dawî di encama êrîşekê li dijî Başûrê Lubnanê de 11 kes hatin kuştin.
Her wiha di encama şer û pêvçûnên Îsaîlê bi çekdarên Hizbullahê 4 leşkerên Îsaîlê hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.
Lê zirara Îsraîl li vir ranewestiya di encama qezayeke tirafîkê de 5 leşkerên Îsaraîlê mirin.
Şevê din Îsraîlê bi çekên giran gund û bajarokên li ser sînorê Başûrê Lubnanê topbaran pêk anî.
Li başûrê Lubnanê 11 kes ji ber êrişa Îsaîlê hatin kuştin
Heta saeta dereng yê ber bi sibehê ve rî, rê nedan ku tîmên rizgarkirinê herin cihê bûyerê.
Piştî ji bo tîmên rizgarkirinê destûr hate dayîn, hate eşkerekirin ku di encamê de 11 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Lubnanê ragihand ku di êrîşa dijî bajarokê Zotir yê li başûrê welat 3 kes hatin kuştin.
Wezaretê da zanîn, beriya wê bi rojekê 5 kes li bajarokê Merceyaûn jî hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gorî ragihandina ku şer ji nêz ve dişopîne 40 bajarokên li başûrê Lubnanê hatin bombebaran kirin.
Her wiha li bajarokê Qe’q’iya El-Cisir yê Başûrê Lubnanê jî kesek hate kuştin.
Piştî van êrişan artêşa Îsraîlê bang li xelkên 14 gundên li Başûr kir ku di nava 24 saetan de gundên xwe vala bikin.
Li başûrê Lubnanê 4 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin
Li aliyê din artêşa Îsaîlê eşkere kir ku li Başûrê Lubnanê 4 leşkerên wan hatin kuştin û 5 jî bi giranî birîndar bûne.
Artêşê da zanîn ku ji van kuştiyan kesên payebilind jî hene.
5 leşkerên Îsraîlê di qezayeke tirafîkê de mirin
Ev jî zîla leşkerî ya artêşa Îsraîlê ye.Weke di dîmen de xuya dike erebeyê qezayeke tirafîkê pêk aniye.
Hate ragihandin ku 5 leşker mirin, bi dehan jî birîndar bûne.Bi vê yekê ji destpêka şerê Îsraîl û Hizbullahê ku ji 23 îlonê dest pê kiriye 36 leşkerên Îsraîlê mirine.
UNIFIL: Tankeke Îsraîlê gule li birca çavdêriyê ya UNIFILÊ reşandin



