Desteya Çavdêriya Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist.
Beşdaran ji bo pêşxistina kar û xebatê desteya çavdêriyê li ser hin xalan li hev kirin.
Di civînê de ji bilê endamê destgehê, Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd û cigirê hevserokatiyê Hesen Koçer amde bûn.
Hesen Koçer axivî û geşedanên li herêmê bi teybet êrişên li ser herêmê nirxand.
Di civînê de, ewşa rêxistinî, raporên salê û pirgirêkên ku derketine hatin nîqaşkirin.
Hevseroka Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd jî balkişand li ser xebatên desteya çavdêriyê û eşkere kir ku divê pirsgirêkên li pêş desteyê werin çareserkirin û wiha got:
Divê têkiliyek di-navbera Meclisên Rêveber û desteyê de hebe da ku giliyan bişopîne û aktîvkirina mekanîzmayên cezkirinê.
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.
JI bo derbaskirina zehmetiyan, birêxistinkirina plana karê hevbeş di navbera encûmena cîbicîkar û desteya çavdêriya giştî de, zelalî û pê-baweriya di karê çavdêriyê de li hev kirin.



