Ji fermandarên YPJ’ê Rohilat Efrîn êrişên li ser Rojava wek “sûcê şer” pênase kir û got:
“Êdî dema wê hatiye ku Tirkiye ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê kiriye li dadgehek navneteweyî bê darizandin.”
Tirkiyeyê di 23’yê cotmehê de li dijî bajar û gundên rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi pêlek nû ya êrişan kir.
Di van êrişan de heta niha zarok jî di nav de 18 şehîd 68 bîrîndar çêbûn.
Ev pêla êrişan bi hinceta çalakiya li dijî TUSAŞ’ê ya li Enqereyê pêk hatin 3u hê jî êriş didomin.
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn êrişên Tirkiyeyê yên berdewam dikin nirxand.
Rohilat Efrîn li ser êrîş û rewşa Tirkiyê wiha got:
“Li Tirkiyeyê demeke dirêj e krîz û kaos hene. Tirkiye di polîtîka navxweyî û derve de bi krîzên cidî re rû bi rû ye.
Bi berdewamkirina şer ji gelek aliyan ve hewl dide kurdan tine bike.
Her tim êrişî destkeftiyên li herêmê dike.
Tirkiye ji statuya kurdan ditirse. Ji ber vê jî dixwaze kurdan tasfiye bike.
Armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên siyasî, leşkerî û civakî yên li Rojava tune bike.
Rohilat Efrîn: Li Enqereyê ji bo êrişî vir bike weke hincet nîşan dide
Fermandar Rohilat Efrîn li ser çalakiya Enqereyê ku ti eleqeya wê bi Rojava re tuneye û anî ziman:
“Têkoşîna kurdan armancên neo-Osmaniyê asteng dike. Êrişa li Enqereyê ji bo êrişî vir bike weke hincet nîşan dide. Lê her kes dizane ku sedema êrişên li ser Rojava bi êrişa Enqereyê ve ne girêdayî ye, dixwaze destkeftiyên siyasî, leşkerî û civakî yên li vir tune bike. Her kes dizane ku ji Rojava êrişek li dijî Enqereyê pêk nehatiye û nayê.”
Rohilat Efrîn: Bêdengiya hêzên Koalîsyonê rê li ber êrişên nû yên Tirkiyeyê vedike
Fermandar Rohilat Efrîn anî ziman ku hêzên Koalîsyonê bêdengiya xwe li hemberî êrîşan diparêzin û got:
“Bêdengiya hêzên koalîsyonê rê li ber êrişên nû yên Tirkiyeyê vedike. Dewleta tirk her roj li Rojava sûcên şer dike. Divê sazî û dezgehên navneteweyî jî li dijî êrişên dewleta tirk dengê xwe derxînin. Bi sala ye em bi wan re (hêzên koalîsyonê) dixebitin. Divê ev biryara hevkariyê bidome. Lê belê bêdengiya wan a li hemberî dewleta tirk, rê li ber êrişan vedike.
Rohilat Efrîn: Bedela wê çi dibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
Rohilat Efrîn herî dawî got:
“Êrişên giran li ser gelê me hene. Lê belê israr û îdiaya me jî didome.
Êrişên li ser herêma me û tevahiya Kurdistanê çi dibin bila bibin dê hêzên me gelên me û destkeftiyên me biparêzin.
Bedela wê çi dibe bila bibe em ê biparêzin.
Ne şerê taybet ne jî êriş nikarin me bitirsînin.
Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker zirareke pir mezin gihaşt binesaziyê



