Xelkên Til koçer, Tirbespiyê û Helebê bi meşên girseyî êrişên Tirkiyê redkirin.
Şêniya li dijî êrişan peyama, “em ê li ber xwe bidin û saziyên xwe ji nû ve ava bikin” dan.
Xelkê herêmê dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê di nava çalakiyan de ne.
Xelkê Til Koçerê ji bo şermezarkirina êrişan daketin qadan.
Di meşê de, endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Til Koçerê Salih El Keno axivî û got artêşa Tirk bi van êrişan dixwaze gel birçî bike û ev peyam da:
“Çawa li hember êrişên berê li ber xwe dan, dê vê carê jî li ber xwe bidin, saziyên xwe ji nû ve ava bikin.”
Bi heman armancê xelkê Tirbespiyê jî meşek li dar xist.
Meş li kolana Tala rawestiya û veguherî mitingê.
Li wir jî Hevserokê Nivîsgeha Perwerdeyê ya kantona Cizîrê Fesîh Hisên axivî, berxwedana gel li dijî êrişan silav kir û ev yek anî ziman:
“Ji destpêka şoreşê ve şerê gel ê şoreşgerî vebijêrka gelê herêmê bû.
Gelê me têkoşîn û berxwedanê li hember dagirkeriyê, êrişan û siyasetên qirkirinê dimeşînin, ta ku berxwedanê bi serkeftinê tacîdar bikin û Sûriya demokratîk ji tevahî sûriyan re ava bikin.”
Bi vê hewlestê xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî li qadan bûn.
Piştî ku meş veguherî mêtingê, yek ji rêveberên Kongra Star Nêrgiz Bekir girîngiya têkoşîn û berxwedanê destnîşan kir û got:
“Ji bilî berxwedan û mayîna li ser axa xwe tu vebijêrk li pêşiya me nîn e.
Em ji bo mafê xwe û welatê xwe tawîzan nadin.”



