Di dema sererastkirina torên kehrebê de karkerekî navneda awarte ya kehrebê ya bajarê Til Birakê jiyana xwe dest da û karkerek din jî birîndar bû.
Di vê êvarê de dema ku tîmeke navenda awarte ya kehrebê ya bajarê Til Birakê toreke kehrebê li gundê Qaimmeqam ê girêdayî bajêr sererast dikir, 2 karker kehrebe bûn.
Di encamê de karkerê bi navê Hesen El Elêwî jiyana xwe ji dest da û karker Sultan El Sultan bi sivikî şewitî. Karkerê birîndar rakirin nexweşxaneya bajêr.



