lîstikvana Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û derhêner Elvan Koçer derbarê yekemîn Mihrîcana Şanoya Jinan ku wê di bin dirûşma ‘Ber bi rojê ve’ bi beşdariya bi dehan jinên şanoger li Amedê were lidarxistin axivî û banga tevlîbûnç li tevahî jinan kir.
Amadekariyên Yekemîn Mihrîcana Şanoya Jinan ku wê îsal bi dirûşma ‘Ber bi Rojê ve’ were lidarxistin, didomin.
Der barê mihrîcanê de lîstikvana Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û derhêner Elvan Koçer axivî.
Elvan Koçer: Wê mîhrîcanek bi gelek ziman û çandan be
Elvan Koçer diyar kir ku ev demek bi hinceta ku lîstik tune ye her dem hatiye taloqkirin.
Elvan Koçer destnîşan kir ku di mihrîcanê de, ji her herêmê dê çand, ziman û ceribandinan bînin ba hev û got
Ev mihrîcan wê mihrîcanek hem bi çand û hem bi zimanên cuda be,hemû lîstikên ku di vê mihrîcanê de cih bigrin, bale bikşînin ser pirsgirêkên ku jin dijîn.
Elvan Koçer herî dawî banga beşdariya mihrîcanê li hemû hezkiriyên hunerê kir.



