Desthilata Başûrê Kurdistanê careke din serçeteyekî çeteyên Sultan Murad pêşwazî kir.
Serçete Ehmed Osaman yek ji kujerê Kurda ye.
Bi vê yekê xuya dibe ku, bajarên Başûrê Kurdistanê yên di bin kontrola malbata Barzanî de veguherîne navendên kombûna kujerên Kurdan.
Ev wêne ne li Efrîna dagirkirî anjî herîmekî din yên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ye.
Lê belê, li Hewlêra başûrê kurdistanê ye.
Li Hewlêrê serçete û nûnerê koma çeteyên bi navê Sultan Murad, hate pêşwazîkirin.
Wek tê zanîn, van çeteyan li dijî Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek sûc kirine.
Di heman demê de hin bajar veguherandina amûrên çewisandin û bêdengkirina kurdistaniyan.
ENKS’ê jî di çarçoveya “hevdîtinên şêwiriyê yên desteya dan û standinan” de, li Hewlêrê “serokê desteya dan û standinan” Bedir Camûs û nûnerê çeteyên “Sultan Murad” Ehmed Osman pêşwazî kirin.
Hemwextî hevdîtinê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.
Di encamê de zêdetirî 30 navendên stratejîk rawestiyan, 17 kes şehîd û 65 kes jî birîndar bûn.
Ne tenê ev, her weha di wextekî ku ev çete li Hewlêrê tên pêşwazîkirin, desthilata Başûrê Kurdistanê girtina rojnamevan Silêman Ehmed û gelek rojnamevan û çalakvanên siyasî yên Kurd didomîne.
Ev ne cara yekê ye ku desthilata Başûr û bajarên di bin destê malbata Barzanî de, wan çeteyan pêşwazî dikin.
Di çend salên dawîn de, serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, serokê îtîlafê yê wê demê Xalid Xoce û Nesir El Herîrî pêşwazî kirin.
Li gorî gelek aliyên siyasî û çavdêrên kar û barên Kurdistanê, ev helwest êşa gelê Kurd zêde dike.
Her weha êrişên dewleta Tirk û sûcên çeteyên wê yên Sultan Murad li Efrîna dagirkirî rewa dike.



