Duh bi merasîmeke girseyî şehîd Tolîn Pelşîn Baz li goristana Şehîd Dîcle hatibû oxirkirin.
Îro jî xelkê kantona Firatê berê xwe dan kon û sersaxî ji malbatê re xwest.
Li şehba jî, ciwanan şehîdên jin yên meha Cotmehê bi bîranîn.
Bi sedan xelkê bajêr tevî endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser berê xwe dan bin konnê sersaxiyê û malbata şehîd Tolîn tenê nehiştin.
Li bin kon, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Necmê Kinco axivî û got:
Dê bi hêza xwe dewleta Tirk a dagirker têk bibin.
Necmê Kinco anî ziman ku dê bi hezaran Tolîn rabin ser pêyan.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Arif Balî jî ev yek anî ziman:
Gelê Kurd û PKK’ê li her çar beşên kurdistanê ji bo hemû gelan û ji bo avakirina kurdistaneke azad li ber xwe didin.
Em jî wek gel li vir berxwedana xwe didomînin û em ê bi hêza xwe li ber xwe bidin.
Bavê şehîd Tolîn, Elî Ehmed bin konê keça xwe, ev peyam da.
“Dema zarokê me bibin, emê di guhê wan de bang bikin û bêjin bijî Serok Apo.
Li Şehba şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Xwendekarên kantona Efrîn-Şehbayê jî bi merasîmekê şehîdên jin yên meha cotmehê bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê li Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya Ehdan pêk hat.
Di merasîmê de 13 wêne û pirtûkên şehîdên jin û rêber apo hatin pêşandan.



