Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê ragihand ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 604 bîrên ava vexwarinê rawestiyane.
Yekitiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê li bajarê Hesekê li ser êirşên li ser herêmê daxuyaniyek da
Di serî de Yekîtiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina binesaziya herêmê şermezar kirin.
Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hezar 168 êrişan, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê û yên stratejîk, parzûngehên petrolê, stasyonên veguhastina kehrebeyê, firin û depoyên ard bombebaran kirin û wiha hate gotin:
“Ji ber êrişan, sotemenî negihaşt navendên xizmetguzariyê bi taybet stasyonên ava vexwarinê ku di encamê de gelek jê rawestiyan.
Ji ber van êrişan 604 bîrên ava vexwarinê rawestiyan.
Wekî din jî endamekî Foca Agirkujiyê jî dema ku hewl dida şewatên ji ber êrişan vemirîne, birîndar bûye.
Hate gotin ku şaredariyên kantona Cizîrê dê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku xizmetên girîng ji şêniyan re pêşkêş bikin.



