Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li gelê li Kurdistanê û Ewropayê kir ku bi girseyî û xurtî tevlî pêvajoya piştî 1 û 2’ê Mijdarê bibe.
Her wiha KCK’ê anî ziman ku xwedî derketina Şoreşa Rojava ji her demê zêdetir girîng bûye.
KCK’ê got: “Em pêngava azadiyê bi ser bixin, û Şoreşa xwe ya Rojava biparêzin..”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê bang li gelê li Kurdistanê û Ewropayê kir ku bi girseyî û xurtî tevlî pêvajoya piştî 1 û 2’ê Mijdarê bibe
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:
“Em di demekê de ne ku bûyerên girîng lê diqewim in.
Weke ku tê zanîn, piştî pênc salan hevdîtinek bi Rêber Apo re hate kirin.
Bi peyameke kurt a li nava raya giştî belav bû, Rêber Apo pêvajoya ku em tê de ne pênase kir û helwesta çareseriyê nîşan da.
Tecrîd hîna nehatiye şikandin, lê belê pêkhatina hevdîtina bi Rêber Apo re nîşan dide ku têkoşîna me encamê bi xwe re tîne.
Bêguman di wergirtina van encaman de rola Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî diyarker e.
“Di encama têkoşîna salekê de ku bi navê Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî hate meşandin, raxist pêş çavan ku tecrîda li Îmraliyê bi temamî dikare bê şikandin, bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re ji bo çareseriya demokrartîk a pirsgirêka Kurd gav dikare bê avêtin.”
KCK: Ji bo pêngava azadiyê bê bi ser xistin divê têkoşîn bê mezin kirin
KCK’ê diyar kir ku divê pêngava azadiyê di sala xwe ya 2. de bi ser bê xistin û wiha pê de çû:
“Ji bo Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî di sala duyemîn de bi ser bê xistin, divê em têkoşînê hîn xurt bikin. Li ser vê bingehê em bi rengekî hîn xurt tevlî pêvajoya nû ya çalakiyan bibin ku di rojên destpêkê yên Mijdarê de destpê dike. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê û Kurdistanê dikin ku bi xurtî û girseyî tevlî vê pêvajoyê bibin ku wê 1 û 2’yê Mijdara 2024’an destpê bike.”
KCK: Xwedîderketina li şoreşa Rojava ji her demê bêhtir girîng bûye
KCK’ê anî ziman ku xwedî derketina Şoreşa Rojava gelekî gîrînge û wiha got:
“Di rojên 1 û 2’yê Mijdarê de ku weke Rojava Kobanê ya Cîhanê û Roja Rojava ya Cîhanê têne pênasekirin, ev helwesta xwedîderketinê divê bi rengê herî xurt bê nîşandan.”
KCK: Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a gelan e
KCK’ê banga li gelê kurd kir ku li hemberî êrîşan têkoşînê mezin bikin û wiha bi dawî kir:
“Xwedîderketina li Şoreşa Rojava ji her demê bêhtir girîng bûye. Êrîşên dawî yên ku dewleta Tirk a qirker pêk anî, careke din nîşan da ku Şoreşa Rojava bi metirsiyeke çawa re rû bi rû ye. Bi şênberî eşkere bû ku dewleta Tirk bi rêya van êrîşan dixwaze Şoreşa Rojava ji holê rake û qir bike. Lewma bi astek ji berê xurtir divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin. Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a gelan e.”



