Fermandiya Giştî ya YPJ’ê bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê banga berxwedanê kir û got: 1’ê Mijdarê roja yekgirtin û hevgirtina gelan ji bo azadiyê bi awayeke herî şênber e. Em ê bi ruhê Kobanê yê berxwedan û serketinê dagirkeriyê bi dawî bikin.
Fermandiya Giştî ya YPJ’ê bi minasebeta salvegera 10’emîn a 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.
YPJ’ê diyar kir ku herî zêde DAIŞ dijminê jin û civaka wê ye û got:
“Li beramberî vê rastiyê jî jin û gelan pêdivî bi têkoşîneke xurt ya hevbeş dîtin.
Li hemû kolan û meydanên cîhanê, hemû dil û mêjî di 1’ê Mijdara 2014’an de bû yek.
YPJ’ê destnîşan kir ku jinên Kurd, şervanên azadiyê û gelê Kurd canê xwe kirin mertal û li dijî hovîtiya DAIŞ’ê di nav şert û mercên zehmet de şer kirin û wiha domand:
YPJ: 1’ê Mijdarê roja yekgirtin û hevgirtina gelan ji bo azadiyê bi awayeke herî şênber e
“Wan nîşan da ku vîna mirov dema ku bi eşqa azadiyê re bibe yek, tu tişt, tu kelem û tu dijmin nikare pêşiya serketinê bigire.
1’ê Mijdarê dema ku li hemû cîhanê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” hat bilindkirin, şervanên YPJ-YPG û gerîlayên azadiya Kurdistanê jî darbeyên xedar li çeteyan xistin û wiha jî berxwedanî bû cîhanî.
Di vê wateyê de 1’ê Mijdarê roja yekgirtin û hevgirtina gelan ji bo azadiyê bi awayeke herî şênber e.”
YPJ’ê anî ziman ku hîna zêdetir pêwîstiya jinan û gelan bi têkoşîneke hevbeş û yekitiyê heye û wiha pê de çû:
YPJ: Em ê ji bo parastina maf, hebûn û azadiya jinan û gelan yek kêlî jî nerawestin
“Dewleta faşîst ya Tirk çeteyên DAIŞ’ê li herêmên ku dagir kiriye wek Efrîn, Serêkaniyê, Idlib û Girê Spî, herî dawî li Başûrê Kurdistanê bicihkirin.
YPJ’ê da zanîn ku divê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî bi baldarî vê rewşê bişopînin, li dijî wê bibin xwedî helwest û wiha bi dawî kir:
“Em ê ji bo parastina maf, hebûn û azadiya jinan û gelan yek kêlî jî nerawestin.
Em ê bi ruhê Kobanê yê berxwedan û serketinê bi dawîkirina dagirkeriyê bigihînin lûtkeyê.”
https://hawarnews.com/kr/ypj-em-e-bi-ruhe-berxwedana-kobane-xwe-biparezin



