Şêwirmendê Ewlekariya Navneteweyî yê Iraqê Qasim Erecî îro li Enqereyê li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê civiya.
Lê têkildarî hevdîtinê heta niha daxuyaniyek fermî ji her du aliyan jî nehatiye belavkirin.
Şêwirmendê Ewlekariya Navneteweyî yê Iraqê Qasim Erecî serdana Tirkiyeyê kir.
Qasim Erecî di serdana xwe de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civaya.
Hevdîtina herdû aliyan li Enqereyê pêk hat.
Her wiha wêneyek yê Qasim Erecî û Hakan Fîdan di çapemeniyê de belav bû.
Lê heta niha têkildarî hevdîtinê ne ji aliyê Iraq û ne jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Tê payîn mijar û rojeva sereke ya serdana Qasim Erecî ya ji bo Enqereyê şerê dewleta Tirk a dagirker ê li beramberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê be.
Ji bo çareseriya pirsgirêka avê şandek ji Iraqê çû Tirkiyeyê



