Dewleta Tirk a dagirker di navberea 23-27ˈê Cotmehê de êrişên giran anîn ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di encama êrişan de tenê li Amûdê zêdetirî 70 hezar kes bê av û kehrebe mane.
Dewleta Tirk a dagirker di navberea 23-27ˈê Cotmehê de êrişên giran anîn ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Dagirkeran di êrişan de balafirên bêmirov û obîs bi kar anîn û rasterast binesazî û navendên xizmetguzariyê bombebaran kirin.
Di encama êrişan de gelek navendên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.
Li bajarê Amûdê jî zirar gihaşt beşeke mezin a firneya nan.
Li gorî Meclisa Bajarê Amûdê li bajar û gund û bajarokên wê 13 hezar û 800 malbat anku 70 hezar kes dijîn.
Xelkê Amûdê bi rêya pompeyên kehrebê avê ji 24 bîran bi dest dixistin.
Lê di encama êrişa li ser stasyona kehrebê de xelk niha bê av û kehrebe ne.
Jina bi navê Xezale Kemal Ebas a ji Amûdê diyar kir ku ji 24ˈê Cotmehê ve av li bajar qut e û got:
”Em avê ji bîrên ku cîranan li kolanan kolandine, dikişînin.”
Xezale Ebas da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li ser jêderên bingehîn ên jiyana gel armanc dike da ku xelkê bikuje.
Rêveberê Firneya Amûdê Şemsedîn Bîco jî diyar kir ku firne niha bi rêya jeneratoran tê xebitandin û rojane nêzî 16 hezar ton nan çêdikir ku li xelkê bajar û gundan dihat belavkirin.
Bîco got: “Firne niha bi rêya jeneratoran û ava bîran 24 saetan bê navber dixebite. Lê metirsî ew e ku heke jenerator xirab bibin alternatîfên din tune ne.”
Hevserokê Saziya kehrebê ya Amûdê Siûd Elî jî têkildarî zirarên ku li stasyona kehrebê bûne hin agahî parve kirin:
“Ji ber zirarên mezin ên ku stasyonê bûne, stasyon ji xizmetê derketiye û bajar û gundên Amûdê, tevî bajarê Dirbêsiyê bê ceyran in.”
Li Heleb û Şehba dijî êrişan helwest: Êriş û xiyanet me lewaz nakin



