Li Berlîn paytexta Elmanyayê , Komîteya Berlînê ya Koma Jinên Azad ên Kurdistanê (KJAR), di şexsê Werîşe Mûradî û hemû girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya du rojî kir.
Komîteya KJAR’ê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ragihandin û wiha têde hat gotin:
“Em piştgiriya xwe ji Werîşe Mûradî ya ku li girtîgeha Evînê li dijî hukmê darvekirinê li ber xwe dide radighînin.
Werîşe 19 rojan ket gireva birçîbûnê ya bê dem de, em ê bi armanca wê vê çalakiyê dewam bikin.”
Komîteya KJAR’ê ya Berlînê, bi rêya greva birçîbûnê peyama giringiya têkoşîna hevpar a ji bo mafê jin, girtiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan dan.



