Hêzên Parastina Efrîn-Şehbayê bîlançoya êrişên meha Cotmehê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Hêzên Parastinê diyar kir ku dagikeriyê û çeteyên xwe 3306 car êrişî gund û bajarokên kantona Efrîn-Şehbayê kiriye.
Hêzên Parastinê yên kantona Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên meha Cotmehê eşkere kir.
Hêzên Parastinê ragihand ku hêzên dagirker 40 gundên kantonê 3306 caran topbaran û bombebaran kirin
‘Di êrişan de malûmilkên welatiyên zirarên mezin dîtin’
Di encama van êrişan de Hêzên Parastinê diyar kir ku 8’ê Cotmehê li gundê Kulûtê 2 sivîl birîndar bûn
22’ê Cotmehê jî 2 leşkerên hêzên Hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Her wiha zirarên madî yên mezin giha malûmilkên welatiyan.
‘Yek jê zarok 6 sivîl di encama êrişan de şehîd bûn’
Ji ber êrişên hovane yên di 23’yê Cotmehê yên li ser Til Rifetê de jî Hêzên Parastinê da zanîn ku yek jê zarok 6 sivîl şehîd û 6 jî birîndar bûn.
Navên sivîlên şehîd jî wiha ye:
“Îbrahîm Mihemed Kolîn Şêxo 55, Melek Şiyar Hembaşo 5, Cemîle Xelîl Waqas 32 Mihemed Weqfî Mihemed 47 û Mihemed Ebdulkerîm Sîdo 43 û îro jî jina bi navê Sakine Mihemed Îsmaîl a 55 ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.



