Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Cotmehê ve êrişên xwe yên li ser bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.
Şêniyên Minbicê yên rastî bombebaranê hatin, destnîşan kirin ku dewleta Tirk hewl dide planên xwe yên dagirkeriyê bi cih bîne û gotin:
“Em ê axa xwe biparêzin û ji dagirkeran re nahêlin.”
Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Cotmehê ve êrişên xwe yên li ser bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.
Şêniyên gundewarên Minbicê yên rastî bombebaranê hatin, destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide planên xwe yên dagirkeriyê bi cih bîne û wan ji axa wan koçber bike.
Ebdulezîz El Silo anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker bi gelek cûreyên çekan cihên wan bombebaran kir û got:
“Dewleta tirk hewl dide xelkê koçber bike û vîna wan bişkîne.
Ji bo parastina axa xwe em amade ne ku li kêleka şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk şer bikin.”
Şêniyên Minbicê: Em ê axa xwe biparêzin û ji dagirkeran re nahêlin
Ehmed El Mihemed jî destnîşan kir ku ji ber bombebarana hovane welatiyên sivîl şehîd bûn.
El Mihemed tekez kir ku ew girêdayî axa xwe ne û wê ji dagirkeriya Tirk û tu kesekî din re nehêlin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin.
Eliya El Elî jî diyar kir ku armanca êrişan ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û got:
“Em ê bi tu awayî rê nadin dagirkeriya Tirk ku axa me dagir bike û heta serketinê em ê li ber xwe bidin.”



