Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê xwestin ku dawî li pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo were û gotin:
“Divê hesabê kiryarên Tirkiyê, were pirsîn.
Ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêwîstî bi Abdullah Ocalan heye”Em di têkoşîna edalet û azadiyê de bi gelê Kurd re ne û em ê bi hev re bi ser bikevin.”
Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê Nadia Awad û Hakan Svenneling xwestin ku pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bê bi dawîkirin
Her wiha parlamenteran ji bo mafên azadiya gelê Kurd, bang kirin.
Nadia Awad diyar kir ku ew weke Partiya Çep dixwazin ku ku pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Apo bi dawî bibe û got:
“Em daxwaz dikin ku ji bo bi dawîbûna vê tecrîdê, Swêd di qada naveteweyî de bixebite û bi bandor bibe.
Pêkanînên bi vî rengî nayên qebûlkirin.
Swêd, bi Tirkiya faşîst re hevkariyê dike û daxwaz nake ku tecrîd bê rakirin.”
“Divê hesabê kiryarên Tirkiyê, were pirsîn”
Nadia Awad anî ziman ku Tirkiyê gelek caran êrîşî Rojava kiriye û mafên mirovan binpê kiriye û wiha domand:
“Divê hesabê kiryarên Tirkiyê, were pirsîn.
Nayê qebûlkirin ku êrîşî Kurdan bike û wan qetil bike.
Weke Partiya Çep em dixwazin ku ev kiryar bên rawestandin.
Mafê gelê Kurd ê edalet û azadiyê heye.
Em di vê têkoşînê de bi gelê Kurd re ne û em ê bi hev re bi ser bikevin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin! Bijî gelê Kurd!”
“Ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêwîstî bi Abdullah Ocalan heye”
Hakan Svenneling jî destnîşan kir ku rakirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo, ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêwîst e û ev yek anî ziman:
“Têkoşîna ku em ji bo girtiyên siyasî dimeşînin û hewldanên me, wê zextên li ser Tirkiyê zêde bikin.
Bi vî rengî wê girtiyên siyasî azad bibin û tecrîda li ser Ocalan jî wê rabe.
Em her roj ji bo vê yekê têdikoşin.”
Parlamentera Swîsreyî: Abdullah Ocalan xwedî mafê berdanê ye



