Înîsiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku sepandina “cezayên dîsîplînê” yên li ser Rêber Apo ji aliyê Tirkiyê ve, nîşaneyeke eşkere ya pergala êşkence û qirkirinê ye.
Her wiha însiyatîfê banga mezinkirina têkoşînê kir.
Înîsiyatîfê diyar kir ku durûtiya siyaseta ku Tirkiyê di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd pêk tîne û got:
“Ji aliyekî ve îdiaya destpêkirina pêngava aştiyê û qonaxa diyalog û biratiya dîrokî ya Kurd û Tirkan dike, lê ji aliyê din ve Kurdan bombebaran dike û binesaziya herêmên kurdî wêran dike.”
Înîsiyatîfê bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember hemû binpêkirinên hiqûqî û mafên mirovan ên dewleta Tirk li dijî Rêber Apo berpirsyariyên xwe pêk bînin.



