Çav li rêye ku di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê yê Almanyayê ji bo azadiyar fîzîkî ya Rêber Apo çalakî bê lidarxistin.
Lewma ji niha ve banga beşdariya meşê têkirin.
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut di çarçoveya amadekariyên meşê de banga beşdariyê li herkesî kir.
Kurdistaniyên li Norveçê jî gotin:”Gava yekem ya ji bo aştiyê bi rakirina tecrîdê pêkane.”
Çav li rêye ku di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê yê Almanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî were lidarxistin.
Lewma ji niha de banga tevlîbûna meşê tê kirin.
Zubeyde Zumrut: Ji bo şikandina tecrîdê têkoşîna xwe xurttir bikin
Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut di çarçoveya amadekariyên meşa Kolnê de axivî û banga beşdariyê kir.
Zubeyde Zumrut diyar kir ku tevgera Azadiyê wê tu carî destketiyên ku pêncî sal in bi dest xistiye, bernede û wiha got:
“Hewl tê dayîn ku destketiyên Kurdan ji holê rakin. Ji ber vê yekê tecrîd tê girankirin.
Divê em xwedî li Rojava derkevin û ji bo şikandina tecrîdê têkoşîna xwe xurttir bikin.”
Zubeyde Zumrut: Em bi sed hezaran kesî biherikin Kolnê
Zubeyde Zumrut di dewamî de balkişand ser rola Kurdistaniyên li Ewropayê û got:
“Ji bo azadkirina Reber Apo ji aliyê fîzîkî ve, divê em meydana Kolnê bikin meydana azadiyê ya Reber Apo.”
Zubeyde Zumrut: Ji bo piştevaniya azadiya fîzîkî a Rêber Apo konserek hate lidarxistin.
Li aliyê din, li paytexta Norveç Osloyê ji bo piştevaniya Kurdistanê û pengava ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo konserek hate lidarxistin.
Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan piştgirî dan konserê.
Çalakgeran diyar kirin ku ji bo aştî û diyalogê azadiya Rêber Apo şerte û gotin:
“Heta tecrîda li ser Rêber Apo ranebe tu gav ji bo aştiyê nayê avêtin.
Gava yekem ya ji bo aştiyê bi rakirina tecrîdê pêkane.”



