Artêşa Îasraîlê dîa kir ku vê sibehê wan du fermandarên Hizbullah kuştine.
Yek ji wan berpirisê danîna pilansaziya êrîşên bi mûşek û tanqan bû.
Li aliyê din piştî êrîşên giran ev demek li dijî Be’elbek 70 kes ji bajar koçber bûne.
Îasraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.
Artêşa Îasraîlê vê sibehê ragihand ku wan du fermandarên Hizbullah kuştine.
Li gorî Îsraîlê Ebû Elî Rîda li devera Bireşît li başûrê Lubnanê hate kuştin.
Ebû Elî berpirisê danîna pilansaziya êrîşên bi mûşek û tanqan bû.
Yê din jî Ehmed El-Dlo fermandarê Istixbarata Cîhad Elîselem ku li Xeza yê bû hate kuştin.
Li taxa Seyda ya Baelbek kesek hate kuştin û 15 jî di bin kavilan de mane
Her wiha hate ragihandin ku 15 heta niha jî di bin kavilan de ne.
Li taxa Seyda ku ew jî li başûrê Lubnanê ye kesek hate kuştin.
Di nav de dibistan, nexweşxane û peymangeh jî hatin bûne armanc.
Artêşa Îsraîlê: Me 4 balafirên bêmirov ên ku ji Lubnanê hatibûn avêtin asteng kirin
Her wekî 4 balefirên bêmirov ku ji Libnanê ber bi Colanê hatin ji aliyê Îsraîlê ve hatin xwarê.
Hat diyarkirin ku êrîşa hewayî ya ku dihate Celîl a li bakurê Îsraîlê, beriya ku bighêje armanca xwe hate bêbandorkirin.
70 hezar kes ji ber êrîşan ji Baelbek koçber bûne
Pitşî Îsraîlê bajarê Be’elbek bombebaran kir bêtirî 70 hezar kes ji wir koçber bûn.
Têkildarî mijarê Bûrya Netewyên Yekbûyî a Garantiya Karûbarên Mirovî roja yekşemê da zanîn ku rewşa li Lubnanê her ku diçe xerabtir dibe.
Biruya Netewyên Yekbûyî ragihand ku şerê hey di navbera her du aliyan de ji yê 2006’an dijwartir e û wiha berdewam kir:
”Artêşa Îsraîlê beriya êrîşê bang li xelkên Be’elbek û El-Nebda kir ku bajar bi temamî vala bikin.
Lê ev êrîş binesaziya herêmê rûxandiye.”
Li aliyê din Wezîrê Çandê yê Hikumeta Lubnanê Mihemed Wîsam bang li Rêxistina UNESCO kir ku sînorekî ji êrîşên Îsraîlê deyîne.
Mihemed Wîsam diyar kir ku nabe şûnwar bibin armanc û zirar bigihêje wan ji ber ew malê mirovahiyê ne.
Serokwezîrê Îsraîlê Bineymîn Netiniyah axivîn û teqez kir ku heta ku sivîl li malên xwe vegerin divê Hizbullahê here başûrê çemê El-Lîtanî.
Netiniyah anî ziman ku wê hemû rêyên ku ji bo Hibullahê damare wê qut bikin.
Şerê Îsraîl û Hizbullah 23 Îlonê dest pê kir.
1 Cotmehê Îsraîlê operasyona bejahî li başûrê Lubnanê ragihand.



