Ciwanên Helebê li dijî pergala eşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê û wergirtina cezaeyên destpilîna nû ya li dijî Rêber Apo daketin qadan.
Meş bi pêşngiya Ciwanên Şoreşger yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat li darxistin.
Eendamên saziyên sivîl, meclis û şêniyên her dû taxan jî beşdarî meşê bûn.
Meş ji hola civînan a 8’ê Adarê destpêkir û li rojhilatî taxa Şêxmeqsûd veguherî mîtîngê.
Li wir ciwanan diyarkirin ku cezayên dîsîplînê yên li ser Rêber Apo hatine ne tiştekî nû ye, dewleta dagirker bi van cezayan dixwazin vîna gelên azad qels bike.
Di dawî de ciwanan soza domandina têkoînê dan û gotin:
“Em weke ciwan, me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistinkiriyê.
Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe em ê li qadên têkoşîn û berxwedanê bin.”



