Hêzên Rizgariya Efrînê HREˈyê ragihand ku ji şervanên wan Rûstem Efrîn di encama nexweşeiyê de şehîd bûye û got: “Em ê xeyal û armanca tevahî şehîdên xwe yên azadiyê pêk bînîn, teqez em ê serkeftinê misoger bikin.”
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wê Rûstem Efrîn ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû.
HRE’yê li ser têkoşîna şehîd Rûstem Efrîn wiha got:
“Hevrêyê me Rûstem Efrîn li bajarê Helebê hatiye dinê.
Malbata hevrêyê me her çi qas li bajarê Helebê ya derveyî welat jiyana xwe domandibe jî kurdbûna jibîr nekirin û zarokên xwe jî bi zimanê xwe, bi çanda xwe ya kurdbûnê mezin kirin.
Di destpêka şoreşa Rojava de ne tenê li bajarê Kurdan di heman demê de berxwedana mezin a kurdan li Helebê jî hat jiyankirin.
Keç û xortên Kurdan bi salan li hember hovîtîya çeteyan li ber xwe dan û şer kirin.
Ev berxwedan bandora xwe li Helebê û bajarê Kurdan kir.
Bi hezaran ciwanên me ref bi ref berê xwe dan kozikên şer û berxwedan berz kirin.
Yek ji wan ciwana jî hevrêyê me Rûstem Efrîn bû.
Hevrê Rûstem Efrîn, di şerê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de û bi koçberiya gelê me ya ber bi Şehbayê û herêmên din, baş naskir.
Ji ber van sedeman ev yek hîn bêhtir girêdan û soza tolhildanê di dilê hevrê me Rûstem de xurt kir.
Ji bona vê yekê jî hevrê Rûstem her demê bi lêgerîn û xwe naskirinê ve tevgeriya.
Her ku xwe naskir, rastî û heqîqeta dijminê beramberê xwe jî naskir.
Weke Hêzên Rizgariya Efrînê di serî de em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Rûstem Efrîn, tevahî gelê xwe yê welatparêz a Kurdistanê re dixwazin.
Em carekî din diyar dikin ku em ê heta bajarên xwe ji destê dagirkeriyê rizgar nekin em ê ranewestin, em ê xeyal û armanca tevahî şehîdên xwe yê azadiyê pêk bînîn, teqez em ê serkeftinê misoger bikin.”
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nasnav: Rûstem Efrîn
Nav û Paşnav: Yusif Reşîd
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 2’yê Mijdara 2024



