Piştî bêdengiyeke kurt Îsraîlê careke din êrîşî başûrê Lubnanê dike.
Vê sibehê Îsraîlê gelek bajarokên başûrê Lubnanê bombebaran kir.
Hate ragihandin ku li bajarokê Harîs kesek hate kuştin.
Hizbullah ragihand ku wan li dijî cih û komên leşkerên Îsraîlê 19 çalakî li dar xistine.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku hijmarek ji leşkerên wan birîndar bûne.
Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullah berdewam dike.
Vê sibehê Îsraîlê careke din êrîşî başûrê Lubnanê kir.
Bajarokê Erbsalîm, Erzon, Kefirtibinêt, El-Şihabiya, Sîr elXerbiya û El-Qisîba hatin bombebarankirin.
Di derbarê ziyanî canî de heta amadekirina vê nûçeyê de ti agahî nehatine parvekirin.
Her wiha doh bi şev jî bajarokê Xeyam û derdora bajarokê Dêr el-zehrannî hatin bombebarankirin
Li bajarokê Harîs kesekî hate kuştin
Li aliyê din droneke Îsraîlê motirsilkilêtek li bajarokê Harîs bombebaran kir.
Di encamê de kesê li ser motirsilkilêt hate kuştin.
Hizbullahê jî îro bêdeng nema.
Hizbullah li dijî leşkerên Îsraîlê 19 çalakî li dar xistin
Hizbullah ragihand ku wan li dijî cih û komên leşkerên Îsraîlê 19 çalakî li dar xistine.
Di vê derbarê de artêşa Îsraîlê eşkere kir ku hijmarek ji leşkerên wan birîndar bûne, du mûşek jî ji aliyê artêşa ve hatin bêbandorkirin.
Lê niha welatiyê Lubnanê di derbarê hilbijartinên Amarîka ditirsin ku wê tevgera Îsraîlê piştî hilbijartinan çawa be.
Her dawî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya şer ku ev 44 roj diqewime pareve kir.
Li gor Wezaretê 3 hezar û du kes hatine kuştin.
Îsraîlê hemû dergehê di navbera Îsraîl û Sûriyê de bombebaran kirin.
Îsraîliyê van dergehan weke damarê xwînê ji bo Hizbullahê bi nav dike.
Li aliyê din Îsraîlê devera Seyda Zeyneb li başûrê paytexta Sûriyê Şamê bombebaran kir.
Ev duman jî ya cihê ku hatî armanc girtin.
Ragihandina Hikumeta Şamê ragihand ku Israîlî li nêzîkî Seyda Zeyneb, cihê pîrozgeheke girîng a şîeyan e bombebaran kir.
Ev pîrozgeh ji aliyê komên alîgirên Îranê ve tê parastin. Hizbullah jî di nav de ye.



