Alîkariya Dewletên Ewrûpî ji bo Ukraniyayê berdewma dike.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand ku wê di zivistanê de alîkariya mirovî ya nû ya bi nirxê 200 milyon euroyî ji Ukraynayê re rê bikin.
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê anî ziman ku parastina herî baş xurtkirina parastina hewayî ya Ukraynayê ye wiha got: ”Ez careke din bang li hemû hevkarên cîhanê dikim ku di vî warî de piştgirî bidin.”
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku serdana Kîevê kir, ragihand ku dê di zivistanê de alîkariya mirovî ya nû ya bi nirxê 200 milyon euroyî ji Ukraynayê re bê kirin.
Annalena Baerbock wiha got:
“Em ji bo zivistanê di amadekariyên din de piştgiriyê didin Ukrayniyan.
Ji bo vê yekê em careke din alîkariyên xwe yên mirovî yên lezgîn zêde dikin.
Ev tê wateya 200 mîlyon euroyê zêde ji bo alîkariyên lezgîn ên zivistanê.”
Wezîr her wiha teqez kir ku “parastina herî baş xurtkirina parastina hewayî ya Ukraynayê ye.”
Annalena Baerbock: Wê piştgiriya me bo Ukraynayê bidome
Wezîra Alman bi bîr xist ku ji destpêka şer û vir ve, Almanya sê pergalên Patriot, bi tevahî 9 pergalên Iris-T û 2 pergalên din radest kirine.
Baerbock teqez kir ku Almanya wê di vî warî de piştgiriya xwe ji Ukraynayê re bidomîne û got:
“Bi taybetî bi alîkariya înîsiyatîfa parastina hewayî wê hêzên me di asta navneteweyî de bikin yek.”
Ez careke din bang li hemû hevkarên cîhanê dikim ku di vî warî de piştgirî bidin.”
Ukrayna wê 212 barhilgirên personelên zirxî yên Stryker ji DYA werbigire
Her wiha Ukrayna wê bombe, moşek, top û herî kêm 212 barhilgirên personelên zirxî yên Stryker ên heşt-teker ên bilez werbigire.
Li gorî nûçeya Forbes, ev çek di çarçoveya pakêta alîkariyê ya 425 mîlyon dolarî de ku berê ji hêla Amerîkayê ve hatî ragihandin, têne peyda kirin.
Kîev wesayîtên 18 ton bi kapasîteya 11 kesan dide lîwayên êrîşa hewayî. Sê tabûr hene, her yek ji 31 wesayîtan pêk tê.
Hate diyarkirin ku wesayîtên zirxî dê ji bo leşkerên li herêma Kurskê ya Federasyona Rûsyayê şer dikin bên veguhestin.
Komên berê yên Stryker ji bo çekirina lîwayên 80 û 82 yên êrîşa hewayî bes bûn; her yek ji van di destpêka Tebaxê de beşdarî dagirkirina Kurskê bû.
Tûgaya Êrîşa Hewayî ya Sêyemîn a Hejmar 95 jî li Kurskê ye û hîna Strykerek jî nîne.



