Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên 47’emîn ên serokatiya DYE’yê, tê dîtin ku Donald Trump bi ser ketiye.
Li Meclîsa Nûneran rewş hîn nediyar e. Trump li Floridayê axaftina serketinê kir.
Di hilbijartinên serokatiyê yên 47’emîn ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de Donald Trump li eyaletên krîtîk li pêş Kamala Harris xuya dike.
Lewma jî tê texmînkirin ku bi ser ketiye. Li gorî encamên ne fermî, Trump heta niha 267 delege bi dest xistiye ku ji bo karibe bê hilbijartin pêwîstî bi 270 delegeyan heye.
Kamala Harris jî heta niha 214 delege bi dest xistiye.
Di Senatoyê de Partiya Komarger eyaletên Virginia Rojava û Ohio bi dest xist û nêzîkî wê yekê bû ku li Senatoya DYE’yê serweriyê ji Demokratan bistîne.
Donald Trump got:
“Em ê sînorên xwe bigirin, em ê destûrê nedin ku mirov bêne welatê me, lê belê divê bi rêyên hiqûqî bên.”



