Şêniyên Holê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Şêniyan projeya neteweya demokratîk wek projeya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn nirxandin û gotin:
“Divê Rêber Apo azad bibe da ku karibe rola xwe ya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêk bîne.”
Di navbera 23 û 27’ê Cotmehê de dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.
Der barê mijarê de şêniyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê nerazîbûna xwe li hember êrişan ji ANHA re anîn ziman.
Mihemed El Ebid diyar kir ku ew êriş di çarçoveya planeke dagirkirina tevahiya herêmê de pêk hatin û got:
“Armanckirina binesaziyê û qutkirina debara welatiyên herêmê, bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk pêk tên.
Wê ev plan hemû têk biçin, ji ber hemû welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya neteweya demokratîk hibijartine.
Ev proye hemû gelan hembêz dike û çareseriya her baş a pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”
Şeyma Ebdulkerîm El Hemadî jî anî ziman ku yek ji armancên êrişan ew e ku di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan çêbike û wiha anî ziman:
“Ev êrîş dê gelê herêmê bê hêvî nekin.
Gel ji bo serketina projeya neteweya demokratîk mil bi mil dixebitin.”
“Ji ber êrîşan zirar gihiştiye hemû gelên herêmê”
Fewzî El Ilêwî jî destnîşan kir ku bombebarankirina navendên jiyanî û xizmetguzariyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc û got:
“Ji ber ku di encama qutkirina elektrîk, sotemenî, av û pêdiviyên bingehîn de zirar gihiştiye hemû gelên herêmê.”
“Divê Rêber Apo azad bibe da ku karibe bi rola xwe rabe”
El Ilêwî êrişên dagirkeriyê û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Apo ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriya herî baş e.
Rûspiyên Minbicê: Çiqas êrîş hebin jî em dev ji axa xwe bernadin



