Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan têkildarî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmralî û rewşa Rêber Apo axivîn.
Mehmet Ocalan û Ayşegul Dogan destnîşan kirin ku dewleta Tirk pergala êşkenceyê gorî xwe dide meşandin û bangên Rêber Apo yên dayîna şert û mercan û guhertina pêvajoyê jî paşguh dike.
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî Ayşegul Dogan li ser rewşa Rêber Apo û pergala êşkenceyê ya Îmraliyê axivîn.
Mehmet Ocalan hevdîtina dawî erênî nirxand û weha got:
Pergala êşkencê li Îmraliyê didome, Rêber Apo tu caran tiştên ne-rewa qebûl nake, dewlet jî gotinên xwe bi cih nayîne.
“43 meh bûn me agahî jê nedigirt û nedizanî çi dibe. Em hevdîtina dawî erênî dibînin lê pergala êşkencê hêjî berdewam dike.
Ne em tenê vê yekê dibêjin, Rêber Apo jî dibêje. Aqilê dewletê jî qebûl kir.
Domandina Pergala êşkencê rast nîn e, ev bê hiqûqî e, pergala êşkencê bi biryara siyasî tê domandin.
Ger em li welatekî demokratîk in, wê demê divê hiqûq ji bo her kesî wekî hev be.
Têkildarî “cezayê disiplînê” yê dawî jî Mihemed Ocalan ev yek got:
“Di esasê xwe de pergala êşkencê ev 25 sal in didome, li gel Rêber Apo 3 kesên din jî tên ragirtin, malbatên wan kesan jî hene, ew jî nikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.
Ayşegul Dogan bang li dewleta Tirk: Gotinên xwe bi cih bînin
Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan jî li ser pêvajoya nû nirxand kir û ev tişt anî ziman:
“Kerem bikin, em amade ne û li vir in. Birêz Ocalan jî got ku ew amade ye. Wê demê hûn jî gotinên xwe bi cih bînin û taloq nekin.
Berdevka DEM bal kişand li ser bangawaziyên Dewlet Bahçelî yên têkildarî Rêber Apo û got:
Em dengê birêz Ocalan na-bihîsin, raya giştî ya Tirkiyê nabihîse û pergala êşkencê didome.
Hûn Pergala êşkencê ranakin û bangên birêz Ocalan yên dayîna şert û mercan û guhertina pêvajoyê jî ava nakin.
Berdevka DEM Ayşegul Dogan dawiyê bi van gotinan bang li dewletê kir:
Kî dikare tecrîdê rake? Desthilatdarî.
Wê demê hûn li benda çine? çima şert û mercan ava nakin? Gelo dewlet amade ye? Em ji xwe amade ne. Birêz Ocalan jî amade ye. Wê demê gotina xwe pêk bînin û taloq nekin.


