Li Hesekê, Tebqa, Reqayê û Minbicê merasîmên şehîdan hebûn.
Di merasîman de, sersaxî ji malbatan re xwestin û soza domandina riya şehîdan nû kirin.
Îro xelkê bajarê Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê endamê PYD’ê Xebat Silêman li goristana şehîd Dijwar kom bûn.
Şehîd Xebat Silêman 6’ê Mijdara 2024’an ji ber nexweşiya dil şehîd bûbû.
Di merasîmê de, kesên axivîn behsa têkoşîna şehîd Xebat kirin û gotin:
“Em li vî cihî pîroz, şehîdekî din ku di oxira ronahî û azadiyê de gelek têkoşîn kir oxir dikin.
Em soza xwe nû dikin ku li ser rêça wan bin.
Merasîm bi radestkirina nasnameya şehîd bi dawî bû.
Tebqa-Cenazeyê şehîd Elî El Esaf hat oxirkirin
Her weha li 3 bajarên herêmê cenazeyê 3 şehîdên erka xweparastinê hatin spartin.
Li Tebqayê cenazeyê Şervanê Hêzên Erka Xweprastinê Elî El Esaf hat oxirkirin.
Şehîd Elî 5’ê Mijdara 2024’an di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Eyn Îsayê şehîd bibû.
Li vir jî, sersaxî ji malbatê re hat xwestin û hat gotin:
“Şehîdên me şehîdên azadî û rûmetê ne, di oxira parastina hebûn û rûmeta me de berdêlên giran dan.
Xelkê Reqayê cenazeyê şehîd Musa El Hemadî spartin axê
Li Reqayê jî oxirkirina cenazeyê şehîd Musa El-Hemadî hebû.
Şervanê Hêzên Erka Xweprastinê Mûsa El Hemadî jî 5’ê Mijdara 2024’an di êrişên dewleta Tirk li Eyn Îsa şehîd bûbû.
Heger dîmen hat çend saniya bidee..
Xelkê Minbicê cenazeyê cangoriyê xwe Şerîf El Ehmed oxir kirin
Xelkê Minbicê jî bi van siloganan cenazeyê cangoriyê xwe Şerîf El Ehmed spartin axê.
Şervanê Hêzên Erka Xweprastinê Şehîd Şerîf heman dîrokê şehîd bûbû.
Li wir jî, di şexsê şehîd Şerîf de hemû şehîdên şoreşê hatin bi bîranîn û sersaxî ji malbatê re hat xwestin.
Li Çilaxa 52 şehîd bi merasîmekê hatin bibîranîn
Ji bilî oxirkirina şehîdan, mersîman bîranîna şehîdan hebû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çil Axa şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh, Tebax, Îlon û Cotmehê bi bîranîn.



