Heyva Sor a Kurd li ser rêya navneteweyî ya li başûrê bajarê Çilaxayê navendeke xwe vekir.
Endamê rêveber ê Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Çilaxayê Zubeyr Omer got: “Tevî derfetên kêm jî em dikarin bi rewşên awarte re mijûl bibin.”
Heyva Sor a Kurd li ser rêya navneteweyî ya li başûrê bajarê Çilaxayê navendeke xwe vekir.
Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê nexweşxane tune ne, lê tenê navendeke tenduristiyê heye ku bi derfetên kêm xebatên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dike.
Di navendê de, ambulansek ku bi tevahî amûrên pêwîst hatiye amadekirin, ji bo ku bikare bi rewşên awarte re mijûl bibe û nexweşan bigihîne nexweşxaneyên li bajarên din, 3 endamên destwerdana lezgîn û 2 hemşîre hene.
Xebatkarên tenduristiyê li gorî sîstema nobetdariyê 24 saetan li ser karin û di rewşên awarte de jî bi odeya emeliyatan a Hevya Sor a Kurd a li bajarê Qamişloyê re di nava peywendiyan de ne.
Endamê rêveber ê Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Çilaxayê Zubeyr Omer têkildarî mijarê axivî.
Zubeyr Omer da zanîn ku tevî derfetên kêm jî ew dikarin bi rewşên awarte re mijûl bibin.
“Dixwazin xebatên tenduristiyê yên lezgîn ji şêniyan re pêşkêş bikin”
Endamê tîma destwerdana lezgîn Sahir Ebas jî anî ziman ku bi vekirina navendê dixwazin xebatên tenduristiyê yên lezgîn, bi taybet ji bo qezayên trafîkê, ji şêniyan re pêşkêş bikin û wiha got:
“Em dixwazin nexweşxan bi lez bigihînin nexweşxaneyan û wan ji mirinê xilas bikin.”
Şêniyê bi navê Yasir Mihemed jî destnîşan kir ku li bajêr xebatên tenduristiyê kêm in.
Li gorî Mihemed vekirina navendê gelekî girîng e û daxwaz kir ku nexweşxaneyek li bajar were vekirin.



