Şaredariya Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji şaredariyên Bakurê Kurdistanê re ragihand:
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Zihniyeta qeyûmê zordar, nîjadperestî, diijminatî û binpêkirina maf û hiqûqê ye.
Endamên Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şermezar kirin.
Hevserokê Şaredariya Gel a Serdeştê Ziyad Qewal kiryarên Tirkiyê weke bêhiqûqiyê binav kir û got:
“Dewleta Tirk a dagirker bi qirkirin û dagirkeriya xwe dixwaze hebûna xwe li ser gel û îrada wan ferz bike.”
Şaredariya Şengalê diyar kir ku armanca dewleta Tirk tunekirina destkeftiyên gelê Kurde û wiha domand:
“Dewleta Tirk a dagirker û qirker bi salan in êrîşî destkeftiyên Kurdan dike, êrîşî Rojava, Şengalê dike.
Hemwextî vê li Bakur jî êrişî şaredariyên gel kir.
Şaredarî reng û dengê gel e, îrade, hebûn, maf û xwerêveberin e.
Zihniyeta qeyûmê zordar, nîjadperestî, diijminatî û binpêkirina maf û hiqûqê ye.”



