Hat îdiakirin ku DYA ji bo Hamasê ji welêt derxîne zext li rêveberiya Qeterê kiriye.
Di encama zextan de jî Qeterê ji Hamasê xwestiye ku ji welêt derkeve.
Derbarê mijarê de heta niha ji aliyê Hamasê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Tê gotin, Tirkiye û Îran di nav wan welatan de ne ku rayedarên Hamasê dikarin biçin wir.
Hat îdiakirin, piştî hişyariya Washingtonê rêveberiya Doha ya Qeterê biryara girtina ofîsa Hamasê da:
Li gorî nûçeyên rojnameyên Times of Israel û Financial Times, DYE bi hinceta “Agirbestê qebûl nake” li dijî mêvandariya Qeterê ya ji bo Hamasê derdikeve.
Karbidestekî payebilind yê Amerîkî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re got:
“Hebûna Hamasê li Dohayê êdî nayê qebûlkirin.”
Derbarê mijarê de heta niha ji aliyê Hamasê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Gelo wê rayaderên Hemasê ji Qeterê berê xwe bidin Tirkiyê?
Bi vê geşadanê re pirsa, ‘eger endamên Hamasê ji Qeterê werin derxistin wê ber bi kur ve herin?` tê kirin.
Li gorî çapemeniya Îsraîlî, Tirkiye û Îran di nav wan welatan de ne ku hejmareke ne diyar ji rayedarên Hamasê dikarin biçin wir.
Yek ji rojnameyên navdar ên Îngilîstanê Financial Times (FT) jî diyar dike ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştgiriyê dide rêxistinê û dinivîse ku dibe ku rayedarên Hamasê biçin Tirkiyê.
Lê belê rojnameya îngîlizî destnîşan kir ku Wezareta Derve ya Tirkiyê bersiv nedaye daxwazên van şîroveyan.
Dîplomatekî Ereb ê ku ji rojnameye re axivî û xwest navê wî neyê eşkerekirin, îdia dike ku rayedarên Hamasê herî dawî çûne Tirkiye, Îran, Cezayîr û Morîtanyayê.
Û li van welatên navborî bi rayedaran re li ser guhertina cihê muhtemel hevdîtin kirine.
Dîplomatê Ereb derbarê biryara rêveberiya Dohayê de van nirxandinan dike:
“Qeter di destpêkê de piştî ku ronahiya kesk ji Amerîkiyan wergirt, mazûvaniya serokên Hamasê kir.
Wusa dixuye ku dema ku helwesta DYE guherî ew ê hewl bidin ku wan ji holê rakin.”
Hamas ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê li Dohayê bi cih bûbû
Rêxistina Hamasê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê ya sala 2012’an ofîsa xwe ya li Şamê girt û li Dohayê bi cih bû.
Serokê Hamasê Îsmaîl Haniye yê hat kuştin, li Qeterê dijiya.
Qeter li gel Amerîka û Misirê di navbera Îsraîl û Hamasê de navbeynkariyê dike.
Şer tenê di Mijdara sala borî de ji bo hefteyekê hatibû rawestandin û bi sedan girtiyên filistînî û bi dehan dîl hatin berdan.



