Di deman Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ ya li kampa Holê de cenazeyê jinekî û tunelek hatin dîtin.
Di roja 4’an ya operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ de tayîbet di beşê Muhacîrat de cenazeyekê jinekê û tunelek hatin dîtin.
Li gorî îtîrafên çeteyekî berê hatiye girtin, ew jin hat êşkenkirin û piştre hate kuştin.
Li gorî daxuyaniyên fermandarên meydanî, aliyên têkildar ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Heyva Sor a Kurd berê xwe da cihê cenaze û lêpirsîn vekir.
Her wiha di dema operasyonê de tunelek jî li heman kampê de hate dîtin.
Lêgerîna li beşa muhacîrat bi dawî bû û lêgerîna beşa 7’an dest pê kir
Piştî wê jî xebatên paqijkirin û lêgerîna di Beşa Muhacîrat a kampa Holê de bi dawî bû û lêgerîna li beşeke nû dest pê kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê têkîldarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û got:
“Xebat bi serketî û encamên erênî bi dawî bû.
Hêzan niha jî ji bo paqijkirin û lêgerînê berê xwe den beşa 7’an.”
Asayîşê diyar kir ku operasyona hevbeş li gorî plana Odeya Operasyonên Hevbeş daniye, dewam dike.



