Li Qamişlo ji bo mafê zarokan û parastina wan di rewşa êriş û koçberiyê de, Desteya Jinan a Kantona Cizîrê civînek li darxist.
Beşdarên civînê diyarkirin ku hemû rewşan de pêwîstiya zarokan bi piştgiriyê û parastinê heye.
Desteya Jinan û Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê ji bo paastina mafê zrokan civînek li darxist.
Civîn bi dirûşmeya “bi hezkirina hevakariya herêmî û navneteweyî ji bo parastina zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” li bajarê Qamişlo hate bi rê ve birin.
Endamên destayê û rêxistinê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de êrişên li ser herêmê, koçberî ,tundiya malbatî û bandora wê li ser zarokan hat nîqaşkirin.
Evîn Cuma: Di hemû rewşan de pêwîstiya zarokan bi piştgiriyê heye
Têkildarî civînê endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma diyarkir ku di hemû rewşan de pêwîstiya zarokan bi piştgiriyê û parastinê heye.
Piştî nirxandinan beşdaran xalên ji bo parastina mafê zarokan pêşkêkirin.
Hin ji wan xalan wiha ye:
-Destekdayîna navendên taybet yên zarokan ji bo zarok jiyaneke xwezayî û bi civakê ve girêdayî bijîn.
-Avakirina peymanên rêgirtina li ber tevlêbûna zarokan ji bo qadên leşkerî.
-Vekirina bexçeyên zarokan.
-Avakirina navendan ji bo zarokên sêwî.
-Rêgirtina li ber tundiya malbatî û tundiya li dijî zarokan.
Ji bo ev yek jî pêk were, wê 14’ê Mijdarê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna dawî li Reqayê bê li darxistin.



