Meclisa Jin a Sûriyê bi dirûşmeya”Koçberî û bandora wê li ser Jin û civakê”panêlek li hola zana ya bajarê Qamişlo lidarxist.
Di panel de ji bilî nûner, sazî û tevgerên Jinan koçberên Serê Kaniyê, Girê sipî, Idlib û Efrîna dagirkirî hazir bûn.
Panel di çarçoveya rêzeçalakiyên Meclisa jin a Sûriyê yên 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hat lidarxistin.
Di panelê de bandora êriş û koçberiyê li ser jiyana jin û zarokan û danasîna riyên xweparastinê hatin niqaşirin.
Her wiha beşdaran balkişandin ser cûdahiya di navbera koçberî û penaberiyê de.
Endama meclisa jinên Sûriyê Arîfe Bekir li ser armanc û giringiya lidarxistina panelê de axivî.
Arîfe Bekir diyar kir ku ew ê li ser pêşiniyarên beşdaran di demên pêş de li ser başkirina rewşa jinên koçber hewldanên xwe bikin.



