Oldarên Reqayê destnîşan kirın ku dewleta Tirk a dagirker rêgezên îslamê binpê dike û got:
“Qaşo dibêje musilman e, lê tıştkî wê qet bı musılmantıyê re nîne.
Cihên olî û mizgeft bombebaran kirin. Xwîna muslimanan li mizgefta gundê Tirbespiyê rijand. Divê êrişên xwe yên berberî yên li dijî herêmên me rawestîne.
Mele û oldarên ji bajarê Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Meleyê mizgefta Ebû Hureyre “Şerakse” Şêx Elî El Salih destnîşan kir ku dewleta Tirk îslamê îdia dike, lê rêgez û pîvanên rastîn ên îslamê binpê dike.
Sahih diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk li dijî îslamê ne û wiha got:
“Dewleta Tirk dema êriş dike nabêje ev mirov e an kevir e.
Divê êrişên xwe yên li dijî herêmên me rawestîne.”
Şêx Elî El Salih îşaret bi vê yekê kir ku îslam rijandina xwîna mirovan heram dike û wıha domand:
“Em ji her kesî re aştiyê dixwazin.
Ola me ye ku rijandina xwînê heram dike.
Lewma em li dijî rijandina xwînê ne.
Em kuştinê û wêranî ji kesekî re naxwazin, em ji her kesî hez dikin û hurmet dıgrın.”
Endamê Desteya Karûbarên Olî ya Kantona Reqayê Şêx Yehya Ebû Bera jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êriş herêmên ewle dike û carekê deriyan digire û avê ji ser gelê herêmê qut dike.
Ebû Bera anî zıman ku tevahî olan kuştinê heram dikin û der barê dewleta Tirk de jî wıha got:
“Dewleta Tirk dixwaze gelê herêmê tune bike, loma çi tê pêşiya wê dikuje û wêran dike.”
Ebû Bera bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser cihên olî jî û wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Dewleta Tirk cihên olî û mizgeft bombebaran kirin.
Xwîna muslimanan li mizgefta gundê Tirbespiyê rijand.
Zarokeke bêguneh li Minbicê hate kuştin. Qaşo dewleta Tırk dibêje ew musilman e lê tıştkî wê qet bı musılmantıyê re nîne.”



