Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê nerazîbûn nîşanî biryara darvekirinê ya li hemberî Werîşe Mûradî da û got,”Eger Îran dixwaze li ser piyan bimîne divê li gorî demokrasiyê tevbigere.”KJK’ê bang li gelan û jinan kir ku têkoşîna li dijî zext û darvekirinê mezin bikin.
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî biryara darvekirinê ya li Werîşe Mûradî hate birin daxuyaniyek da.
KJK’ê ragihand dewleta Îranê ku dijminatiyê li jinan dike, bi polîtîkaya xwe ya darvekirinê re dixwaze berxwedana jinan têk bibe û got:
Em van polîtîkayên dijminê jinan, darvekar û qedexekar ku derfetê jiyana bi hev re, aştiyane û demokrasiyê ya gelan ji holê radike, şermezar dikin.
Piştre jî dewleta Îranê bi rengekî nehiqûqî li dijî wê biryara darvekirinê da.
Bi vê biryarê re dewleta Îranê tirsa xwe ya li pêşberî têkoşîna jinan careke din nîşan da.
KJK: Ger Îran dixwaze li ser piyan bimîne divê li gorî demokrasiyê û Mafên Mirovan tevbigere
KJK’ê zanîn di demekê de ku cîhan veguheriye mîna gogek ji agir, israra li ser rastiya şer bi kêrî gelan nayê û wiha domand:
”Di rewşeke bi vî rengî de israra li ser kiryarên antî demokratîk ên dewletan, dûrî jî aqil e.
Ev rastiya hişk, sar û kor a aqlê netewe dewletê berpirsyarê van zextên li dijî jinan û gelan e.
Israra li ser rastiya netewe dewletê israra li ser dewamkirina krîzên hiqûqî, demokratîk, leşkerî, aborî, siyasî û civakî ye.
KJK destnîşan kir ku Îranê bi van kiryarên xwe yên li derveyî mirovahiyê re bixwaze çavên jinan, gelan bitirsîne jî divê zanibe ku wê nikaribe encamê bi dest bixe.
Divê dewleta Îranê girtiyên li zindana li ber xwe didin tavilê berde.
Guh bide daxwazên hêzên etnîkî, civakî yên mafên xwe dixwazin, naxwe wê li pêşberî têkoşîna jinan di asteke bilind de winda bike.
KJK: Divê biryar tavilê bê betalkirin, girtî bêne berdan
KJK ragihand ku divê dewleta Îranê beriya dereng bikeve vê biryarê betal bike
”Em bang li gelan, derdorên demokratîk, hêzên jinan, kesayetên alîgirê mafên mirovan dikin ku li hemberî vê biryara dewleta Îranê ya li dijî jinan, li hemberî polîtîkayên êşkencekar helwestê nîşan bidin û têkoşîna hevpar mezin bikin.
Em bang li hemû rêxistinên jinan dikin ku bi çalakiyan dengê xwe bigihînin jinên li zindanan.”



