Meclisa Kongra Star a Rojava piştgirî da banga KJAR’ê ya li hemberî cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Muradî û ev peyam da “Ji şoreşa Rojava ber bi serhildana Şoreşa Keziyan ve em ê rê nedin rejîma desthilatdar a Îranê bigihêje armanca xwe.
Ji bo wê em ê her di nava çalakî û têkoşînê de bin.”
Dadgeha Şoreşa Tehranê ya dewleta Îranê 10ˈê Mijdara îsal bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî.
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bang li çalakvan, têkoşer û jinan kir ku “ji bo Werîşe Mûradî rabin ser piyan û rê nedin rejîma Îranê bigihe armanca xwe.
Di vê çarçoveyê de Meclisa Kongra Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand.
Meclisa Kongra Star a cezayê darvekirinê yê ser Werîşe Muradî hatiye birîn bi tundî şermezar kir piştgirî da banga KJARˈê. Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî jinan jî banga bilindkirina têkoşînê kir.
Kongra Star bal kişand ser tometa ku Werîşe Muradî pê hatiye dadgehekirin û diyar kir ku “ev ceza asta dijminahî û tirsa wê ya li hemberî jinên azad, pêşketî, serhildêr û berxwedêr dide xuyakirin, dîsa jî dide xuyakirin ku rejîma çawa ketiye nava qeyraneke mezin û ji bo wê jî bi tedbîrên hiqûqa dewletparêziyê ve dixwaze xwe ewle bikin û êrişî jinan dike. “
Di daxuyaniyê de serhildana Jinan a bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hat bibîrxistin û hate gotin “Çirûska agirê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî her ku diçe gûrtir dibe.
Wek jinek pêşeng û azad di şexsê Werîşe Mûradî de bi hezaran jin bi vê çirûskê ve agirê serhildan û berxwedanê xwe digihînin şiara jin, jiyan, azad û armanca şoreşa jinê berfirehtir dikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Muradî hatiye birîn polîtîkayên rejîma Îranê yên tunekirin û qirkirina jinan îfade dike û wiha hat gotin:
“Em vê biryarê dijmirovî, dij exlaqî û dij civakî dibînin û bi tu awayî qebûl nakin, ji bo wê jî hemû jinên azad, demokratîk û berxwedêr ên cihanê wê bibin dengê Werîşe Mûradî.
Em weke Meclisa Kongra Star vê biryarê şermezar dikin. Ji şoreşa Rojava ber bi serhildana Şoreşa Keziyan ve em ê rê nedin rejîma desthilatdar a Îranê bigihêje armanca xwe. Ji bo wê em ê her di nava çalakî û têkoşînê de bin.”



