Parêzerên li bajarê Helebê destnîşan kir ku rewşa Rêber Apo ji qonaxa tundiyê derbasî qonaxa windakirina bi darê zorê bûye û ev sûcek e.
Parêzeran da zanîn ku li gorî xala heftemîn a Destûra Romayê ya sala 1958’an ev wek sûcên li dijî mirovahiyê tê binavkirin û gotin: “Ji Rêxistinên Mirovî tê xwestin ku hesabê ji dewleta tirk bipirsin.”
Dewleta Tirk a dagirker pergala êşkence û qirkirinê li Îmraliyê li ser Rêber Apo didomîne.
Der barê mijarê de hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê parêzer Fadiya Şêx Îsa û Endamê Yekitiya Parêzeran a Helebê parêzer Îsam Mihemed ji ANHA re axivîn.
Fadiya Şêx Îsa da zanîn ku dewleta Tirk tu zagonan der barê Rêber Apo de bi cih nayne û got:
“Nepêkanîna zagona mafê hêviyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, binpêkirina peyman û zagonên Ewropî û navnetewî ye.
Ji ber ev zagon zagoneke navnetewî ye û ji aliyê gelek welatan ve hatiye îmzekirin û Tirkiye jî di nav de ye.”
Fadiya Şêx Îsa diyar kir ku li gorî zagona mafê hêviyê eger girtî bîst sal cezayê xwe derbas kirin, yan jî temenê wan ji heftê saliyê zêdetir be, divê were berdan, ev her du şert jî ji bo Rêber Apo derbas dibin û wiha domand:
“Rêxistinên navnetewî, mirovî û mafên mirovan bêdeng in, ji ber ku berjewendiyên navnetewî li ser qanûnên navneteweyî, mafên mirovan û mafên takekesî û mafên gelê Kurd re ye.
Lewma em dibînin ku Yekîtiya Ewropayê û welatên rojavayî û hemû rêxistinên mafên mirovan û heta yên olî bê deng in.”
“Pergala êşkence û qirkirinê sûcê li dijî mirovahiyê ye”
Fadiya Şêx Îsa anî ziman ku rewşa Rêber Apo ji qonaxa tundiya li dijî wî veguheriye Qonaxa windakirina bi zorê, li gorî xala heftemîn a Destûra Romayê ya sala 1958’an ev weke sûcên li dijî mirovahiyê tê binavkirin.
Fadiya Şêx Îsa bang li rêxistinên navnetewî, NY û bi giştî rêxistinên mafên mirovan kir ku li dosyaya Rêber Apo binerin û zextê li dewleta Tirk bikin ku Rêber Apo serbest berde.
“Ji rêxistinên mirovî tê xwestin ku hesabê ji dewleta Tirk bipirsin”
Endamê Yekitiya Parêzeran a Helebê parêzer Îsam Mihemed jî diyar kir ku pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Apo tê meşandin sûc e û wiha anî ziman:
“Li gorî zagonan mafê girtiyê siyasî heye ku nêrîna xwe bêje û ramanên xwe pêşkêş bike.
Dewleta Tirk guh nade van zagonan, lê belê mafên mirovan binpê dike.
Lewma ji Rêxistinên Mirovî tê xwestin ku hesabê ji dewleta tirk bipirsin.”



