Welatên rojavayî alîkariya leşkerî bo Ukraynayê didominîn.
Danîmarka bi nirxê 500 milyon yûro çekan bişîne Ukraynayê.
Li aliyê din Reutersê têkîldarî bi dawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê nûçeyek parve kir.
Li gorî nûçeya Reutersê bi vegera Trump bo Qesra Spî, birêkûpêkkirina eniyê di pêvajoya zivistan-biharê de wê helwesta aliyan di danûstandinan de diyar bike.
Ukrayna bi Danîmarka re rêze peyman îmze kir ku çekan ji şîrketên parastinê yên Ukraynayê bikire.
Di nav de çekên ku qundaktarê wê bi motor e, balafirên êrişkar û moşekan, bi tevahî buhaya 535 mîlyon Euro ye.
Li gorî çapameniya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ve hatî ragihandin, belge peymanên ku di Nameya Mebestê ku di dawiya Îlonê de li Kîevê hatî îmzekirin hatine tomar kirin temam dikin.
Her wiha tê diyarkirin ku çavkaniyên fînansê faîza ku ji sermayiyên cemed ên hikumetên Danîmarka, Swêd û Rûsyayê tên bidestxistin.
Wezareta Parastinê teqez kir ku Ukraynayê jixwe bi saya “modela Danîmarkî” ya fînansekirina rasterast ji hilberîneran re 50 mîlyon Euro wergirtiye.
Ev pere ji bo Hêzên Parastinê yên Ukraynayê hilberîna pergalên topan ên bi qundaktar ên Bogdan fînanse kir.
Di 18’ê Cotmehê de hat hînbûn ku hikûmeta Danîmarkayê ji bo Ukraynayê 2,4 milyar kronên Danîmarkî kunêzîkî 321,8 milyon euro ye, pakêta 21’emîn a alîkariya leşkerî amade dike.
Ev jî wê peydakirina çekan ji depoyan û siparîşkirina wan ji dabînkerên navneteweyî re jî bigire nava xwe.
Reuters: Şerê Rûsya-Ukrayna ber bi dawî ve diçe
Li aliyê din Reutersê diyar kir ku bi vegera Trump bo Qesra Spî, birêkûpêkkirina eniyê di pêvajoya zivistan-biharê de wê helwesta aliyan di danûstandinan de diyar bike.
Rayedar got:
“Zivistana îsal demeke krîtîk e… Hêvîdar im ku şer bi dawî bibe.
Di vê demê de em ê helwesta her du aliyan û di danûstandinan de pozîsyonên destpêkê diyar bikin.”
Ukraynî bi taybetî li bendê ne ku bibînin ka Trump wê kê ji bo pozîsyonên ewlekarî û parastinê yên sereke hilbijêrin da ku bibînin ka ew ê çawa siyaseta xwe ya Ukraynayê çêbike.
Rayedarekî Kiyevê anî ziman ku piştî serketina Trump ixtîmaleke kêm e ku Ukrayna li NATO’yê were vexwendin û destnîşan kir ku xetera qutkirina alîkariyên leşkerî di dema Trump de heye.
Çavkaniyek dîplomatîk a payebilind li Kîevê got:
“Rewşa li Ukraynayê pir aloz e. Hûn dikarin bêhêvîbûna zêde ya di gotinên dawîn ên Zelenskiy de bibînin.”



