Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji ber şerê Îsraîl û Hemasê heta niha 43 hezar û 712 kes hatin kuşitn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ku roj bi roj bîlançoya şer tomar dike diyar kir ku artêşa Îsraîlê di nava 24 dawî de 7 komkujî li dijî malbatên li Xezayê pêk anî.
Li gor Wezaretê ji ber van komkujiyan 47 kes hatin kuştin û 182 birîndaran niha li nexweşxaneyê têne dermankirin.
Hijmara birîndaran bi vî rengî bû 103 hezar û 258 kes.
Wezaretê da zanîn ku hin kes hene di bin kavilan de mene ku tîmên rizgarkirinê nikarin wan derxînin.
Ji ber êrîşên Îsraîlê 14 kes li seranserî Xezayê hatin kuştin
Piştî vê yekê Îsraîlê operasyonên xwe li Beyt Hanonê zêde kirkiye



