Hêzên Asayîşê ragihand ku 2 bazirganên narkotîkê li kantona Cizîrê girtine.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku li kantona Cizîrê 2 bazirganên narkotîkê girtine.
Daxuyaniya navendî bi vî rengî ye: “Duh înê (22`ê Mijdarê) hêzên me li bajarê Qamişlo 2 kesên ku amûrên hişbirê difiroşin girtin.
Di berdewamiya xebata li dijî narkotîkê de, ku her kesê ku van amûrên metirsîdar bi kar tînin, wê bibin armanc û wan derdixe pêşberî dadgeriyê, hêzên me karîbûn di kemîneke berfireh de 2 bazirgan girtin û bi wan re 272 hebên captagonê desteser kirin.
Ji bo sînordarkirina belavkirina van amûran û pêşî li belavkirinê bigire û şopandina dosyayên têkildarî li seranserî herêmê, her 2 bazirgan hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna wan de li xwe mikur hatin ku bi amûrên hişberî re bazirganî kirine û ji bo der barê wan de tedbîrên pêwîst bên girtin sewqî dozgeriya giştî hatine kirin.”



