Bi sedan şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Remadan Elî El Salim li goristana şehîdan oxir kir.
Şêniyan diyar kir ku fedakariyên şehîdan giyanê şoreşgerî û berxwedanê xurttir dike.
Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Heqî Til Temir (Remadan Elî El Salim) ê ku 24`ê mijdarê li Dêrazorê şehîd bûye, li goristana şehîdan a Til Temirê bi merasîmeke biheybet oxir kir.
Bi sedan şêniyên bajarê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyan tev li merasîmê bûn.
Li goristanê şervanan cenazeyê hevalê xwe yê şehîd li ser milan bir qada goristanê.
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Eliyat axivî û got: “Şehîd Remadan Elî El Salim, 13 sal e şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û QSD`ê ye. Di oxira parastina welatê xwe de canê xwe feda kir.”
Eliyat wiha domand: “Ji vir, ji vê axa pîroz em dibêjin em bi hêzên xwe yên leşkerî re ne. Fedakariya me dê heta bi serkeftinê berdewam be.”
Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Mihemed Hesen El Hesen jî got: “Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê berdewam in ku dixwaze şêniyan koçber bike û demografiya herêmê biguhere.”
El Hesen diyar kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyan, plana dagirkeriya Tirk têk çû û fedakariyên şehîdên mîna Remadan El Salim, dê vala neçin û dê giyanê şoreşgerî û berxwedanê heta bi serkeftinê xurttir bikin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin, dûre girseyê cenazeyê şehîd li goristanê veşart.



