Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan di çarçoveya çalakiyên di bin dirûşma”Dagirkerî tundiya herî mezin a li ser jin û xwezayê ye”de, li ber Çerxerêya Efrîn a li bajarê Qamişlo çalakiyek orgenîze kir.
Jinên li bajarê Qamişlo, endamên rêxistin û tevgerên jinan li çalakiyê amade bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, berdevka Rêxistina Sara Reşa Derwêş û rêvebera rêxistinê Arzu Temo bi zimanê erebî û kurdî axivîn.
Reşa Derwêş diyar kir ku armanca lidarxistina çalakiyê derketina li hemberî kiryarên li dijî jinan bi taybet li herêmên dagirkerî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye û wiha domand:
“Di vê çalakiyê de em têkoşîna xwe ya didomdar a li dijî tundiya li ser jin tekez dikin. Em ê her li hemberî kiryarên ji zîhniyeta desthildar û baviksalar tên rawestin.”
Reşa Derwêş bang li saziyên mirovî û rêxistinên navneteweyî kir ku piştgirî bidin jinên ku rastî tundiyê tên.
Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.



