Hêzên Asayîşê li bajarê Dêrazorê 6 bazirganên narkotîkê û li Tebqayê 3 kes bi sûcê diziyê, girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandinê û ya Hêzên Asyîşê daxuyaniyek da û got:
“28’ê Mijdarê li ser esasê biryara girtinê ya Dozgeriya Giştî, hêzên me oprasiyonek pêk anîn.
Oprasiyon bi kemînek pilankirî li Dêrazorê hat lidarxistin.
Di encama de 6 kes hatin girtin û miqdarên mezin ji narkotîkê û amûrên wê hatin desteserkirin.”
Asyîşê diyarkir ku piştî lêpirsînê ew kes li xwe mûkur hatin û ji dozgeriya giştî re hatin şandin.
Hêzên asayişê: li bajarê 3 kes bi sûcê diziyê hatin girtin
Bi daxuyaniyek cuda jî Hêzên Asyîşê ragihand ku li bajara Tebqyê 3 kes bi sûcên diziyê girtin.
Asyîşê destnîşankir ku wan gilî wergirtibûn ku dermanxaneyek li bajarê Tebqyê rastî diziyê hatibû.
Piştî lêkolîn û komkikrina belgeyan û bi kemînekî ku berê hatibû amedekirin 3 kesên tewanbar, hatin girtin.
Asyîşê ragihand ku kesên sûcdar li xwe mukur hatin.
Her wiha tevlî amûr û alavên dizîne ji dozgeriya giştî re hatin şandin.



