Biryare îro şandeya danustandinê ya YNK û PDK’ê li Silêmaniyê têkildarî guftugokirina pêkanîna kabîneya 10’emîn ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê bicivin.
Her wiha di nava çend rojên borî de YNK’ê ji bo pêkanîna kabîneya 10’emîn a hikûmeta Herêmê serdana hinek aliyên siyasî kiribû.
Berî niha jî Serokê YNK’ê gotibû, ji bo avakirina hikûmetê şert û mercên wan hene.
Hêjayî gotinêye ku di 20’ê Cotmeha îsal de piştî bi caran paşxistinê, hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin.
Piştî pejirandina encaman, roja 2’ê Kanûnê ji bo civîna yekem ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hate diyarkirin.



