Komkara Erebî jî têkildarî geşedanên li Sûriyeyê, êrişên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam daxuyaniyek da.
Komkara Erebî diyar kir ku divê rêz li yekitî û serweriya xaka Sûriyeyê bê girtin.
Di daxuyaniya Komkara Erebî de hat diyar kirin ku ew bi dilgiranî geşedanên meydanî yên li Sûriyeyê dişopînin.
Her wiha komkar teqez dike ku divê rêz li yekitî, serwerî û silametiya erdên Sûriyeyê bê girtin.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El Xeyt dilgiraniya xwe anî ziman û gotiye :
Dibe ku ev geşedan rê li ber tevliheviyê veke ku komên terorîst ji bo domandina çalakiyên xwe bi kar bînin.”



