Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundewarê Helebê de 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê bajarê Helebê topbaran kirin. Di encamê de 2 jê zarok 4 welatî birîndar kirin. Navên birîndaran wiha ne: Xidir Mihelî (2), Zeyneb Murad (3), Mihelî Mihelî (44), Kênco Remo (41).
Welatî tevî zarokan dema ku herêma Heyderiyê yê Helebê vedigeriyan gundê xwe (Nêrebiyê) di êrişa dagirkeran de birîndar bûn.



