Artêşa Tirk êrîşên xwe didomîne û ala xwe ya dagirkeriyê bilind dike

Artêşa dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên bi navê “Artêşa Wetenî ya Sûriyê” êrîşan li ser herêmên Girê Spî û Eyn Îsayê didomînin. Her wiha li gorî agahiyan dagirkeriya Tirk ala xwe li gundên ku dagirkirine danîne.

Dagirkeriya Tirk îro di saetên şevê de Sewama gundê Qizelî yê Girê Spî topbaran kir.

Li gorî agahiyan artêşa Tirk û çeteyên wê ji gundê Kefîfayê bi obusan gundê Qizelî topbaran kir.

Her wiha dagirkeriya Tirk li derdora depoya Şergirakê ya li bakurê navçeya Eyn Îsayê tevgera xwe ya leşkerî zêde dike.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê liv û tevgera leşkerên artêşa Tirk li derodora depoya Şergirakê ya 100 metreyan dûrî rêya M4 şopand.

Di dîmenan de diyar dibe ku dagirkeriya Tirk li herêma li ser rêya Hesekê-Heleb ya di navbera navçeya Eyn Îsayê li gundên ku dagir kirine alên xwe danîne.

Leave a Reply

Back to top button